Rûbirûbûn di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderên Îraqê de li qada Tehrîr rûda

Careka rûbirûbûn di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderên Îraqê de li qada Tehrîr li bajarê Bexda rûda.

K24- Hewlêr

Careka rûbirûbûn di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderên Îraqê de li qada Tehrîr  li bajarê Bexda rûda.

 Li gor zanyarîyên çalakvanên xwenîşandanan ji encama rûbirûbûnê hejmarek xwenîşander û polîs birîndar bûn.

Her di evê çarçoveyê de, fermandarê operasyonên Bexdayê ragehand, di qada Xelanî de, bi sedema teqîna bombeke destî Efserek û polîsek birîndar bûn.

Xwenîşandanên Bexda û bajarên başûr û naverast a Îraqê berdewamin û hevdem ew dema ji alîyê serok komarê Îraqê, Berhem Salih hatîye destnîşankirin ber bi temambûnê diçe  ku  heya êvarîya roja heynîyê dem dabû alîyên sîyasî bo kanîdîdkirina kesekî bo posta serok wezîrên Îraqê.

Di evê bwarî de, duhî şevê, çavkanîyeke agahdar ji danûstandinên Hevpeyamanîya Fetih û Sayirûn, ku navê xwe aşkera nekirîye, bi kenala Somerîye ragehandîye ku ev dû alî rêkkevtine li ser destnîşankirina Mehemed Tofîq Elawî bo wergirtina posta serok wezîrên Îraqê.