Kurdên xwenda û dewlemend ji Kurdî dûr dikevin
Zimanzan amaje dikin ku eger zimanê Kurdî nebe zimanê perwerde û zimanê bazarê her ku biçe dê kêm bibe.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Ên Qadê ve di navbera 7 û 12 Rêbendanê de li 16 bajar û 49 navçeyan derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de rapirsiyek hat kirin. Li gorî rapirsiyê di nav malê de bikaranîna zimanê Kurdî %69,4 e. Zimanzan amaje dikin ku eger zimanê Kurdî nebe zimanê perwerde û zimanê bazarê her ku biçe dê kêm bibe.
Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîn Ên Qadê li Bakurê Kurdistanê derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de rapirsiyek amade kir. Rapirsî li 16 bajar û 49 navçeyan di navbera 7 û 12ê Rêbendanê bi 5 hezar û 600 welatiyan re rû bi rû hatiye kirin. Li gorî rapirsiyê li Bakurê Kurdistanê di nav malê de %69,4ê welatiyan bi zaraveyên Kurdî ango bi Kurmancî û Zazakî diaxifin, %26,6 bi tirkî, %4 jî bi erebî diaxifin. Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîn Ên Qadê Sebrî Kiliç balê dikêşe ku bo Kurdî zengila xetereyê lê dide ku her diçe bikaranîna zimanê Kurdî kêm dibe.
Sabrî Kiliç ji K24ê re got: "Ji bo vê xebatê em dikarin bêjin dema asta aborî û perwerdeyê kêm dibe, bikaranîna zimanê Kurdî jî kêm dibe. Dema em jiyana gund û bajaran didin ber hev jî lig undan axaftina Kurdî li gorî bajaran zêdetir e."
Li gorî rapirsiyê di zimanê kolanê de li gorî zimanê nav malê rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî %10 dadikeve û rêje dibe %59,4, dîsa li gorî rapirsiyê di nava saziyên fermî de %88ê welatiyan bi zimanê Tirkî diaxifin. Nivîskar û zimanzan Mikaîl Bulbul amaje dike welatî çiqasî bikevin nav pergala fermî ewqasî ji Kurdî dûr dibin û ev yek jî ji ber pirsgirêka statuya zimanê Kurdî ye.
Zimanzan û nivîskar Mikaîl Bulbul dibêje: "Dema xwendin hebe temasa bi zimanê Tirkî re ango bi zimanê serdest re zêdetir çêdibe, dezgehê fermî de çanda tirkî heye dîsa temas zêdetir dibe. Bi vî awayî em dikarin bêjin kesên ku dahata wan û derfetên wan ên perwerdeyê hebe bêhtir bi tirkî têkildar dibin."
Encameke balkêş a rapirsiyê jî ew e kul i gorî dahatê û rewşa darayî rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî tê guherîn. Bi vê yeke ve girêdayî %78,3ê kesên ku dahata wan mehane 1 hezar lîre û berjêr be bi Kurdî diaxifin, %49,6ê ku dahata wan mehanî ji 5 hezar lîreyî û jê zêdetir be bi Kurdî diaxifin. Bi vê tabloyê jî derdikeve holê ku kesên hejar û nexwenda bin bi pirranî bi Kurdî diaxifin û Kurdên xwenda û dewlemend jî ji Kurdî dûr dikevin û ev yek jî bi pergala bişaftinê ve tê girêdan.