Çekdarên ser bi Sûriyê li nêzîk Qamişlo êrişî hêzên Amerîka kirin
Li gundê Xibert Emo yê rojhilatê Qamişlo şer di navbeyna Hêzên Amerîka û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve derket.
K24- Hewlêr
Li gundê Xibert Emo yê rojhilatê Qamişlo şer di navbeyna Hêzên Amerîka û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve derket.
Hejmarek ji welatiyên gund ên Ereb, li xalek çekdarên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve, rê li wan otombîlên Amerîkî girtin û bi keviran êrîşî wan kirin. Hêza Amerîkî bersiva wê êrîşê da û welatiyek Ereb hate kuştin û çekdarek Berevaniya Niştimanî birîndar bû.
Peyvdarê Serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins daxuyaniyek da û ragehand Hêzên wan ew hêz agahdar kir, ji bo rûbirûbûn durist nebe, lê bi çekê sivik li aliyê kesên nenas ve teqe hat kirin, hêzên wan jî, berevanî li xwe kirin û bersiv da. peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ji Kurdistan 24 re ragehand ku serbazekî Amerîkî bi sivkî birîndar bûye û niha vegeryaye li ser erkê xwe.
Li rojhelatê bajarê Qamişlo ȗ di encama yekemîn gera emêrîkî li gundê "xirbet emo" ya di bin kontrola rêjîma sȗriyê de , alozî dinavbera hêzên emêrîkî ȗ rêjîma sȗriyê de çêdibe .
Piştî ku xelkên gundê navbȗrî ku alîgirên rêjîma sȗriyê ne bi çekan ȗ keviran êrîşî zirîpoşên emêrîkî kirn , serbazên emêrîkî bersiva êrîşê kirin ȗ di encamê de endamekî "Difa3 elwetenî" yê bi ser rêjîmê ve jiyana xwe jidest da ȗ 2 endam jî birîndarbȗn.
Bi hebȗna hêza rȗsî,mîlîsya "Difa3 elwetenî" gule berdan gera emêrîkî.
Xelkên gundê "xirbet emo" ku ji erebên xemer ȗ xenama ne, alîgirê rêjîma sȗriyê ne ȗ li hêza emêrîkî weke hêzeke dagirker diner .
Xelkên gund dibêjin ku armanca wan ji êrîşê ku rê li pêş gerên emêrîkî bigrin daku careke din venegerin gund.
Hevpeymana Navdewletî derbarê rȗbirȗbȗna îro daxuyaniyek belav kir ȗ têde got ku kesên nenas bi çekên sivik êrîşî hêza wan kirin , hêza wan jî berevanî li xwe kir ȗ bersv da .Herwiha got jî alozî bi dawî bȗ ȗ niha lêkolînê li ser wê buyerê dikin .