Etrûşî: Divê Hikûmeta Îraqê mafên darayî yên cotkarên Kurdistanê bide
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî li Bexdayê ligel Wezîrê Bazirganiyê civiya û daxwaz kir ku mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê bi lez werine xercakirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî li nivîsîngeha xwe ya fermî li Bexdayê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar Anî û şandeka bilind a wezaretê wî kir.
Ferhad Etrûşî herwesa ragihand ku divê Hikûmeta Îraqê mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê xerc bike û giringiyeka zêdetir bide sektora çandinî û bazirganiyê.
Nivîsîngeha ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di hevdîtinekê de ligel Wezîrê Bazirganiyê yê Hikûmeta Îraqê danûstandin li ser çend pirsên girêdayî karê wezaret û dezgehan de hatine kirin, herwesa behsa rakirina astengan û bilindkirina asta xizmetkariyan jî hatiye kirin.
Ferhad Etrûşî tekezê li ser pêdivîtiya berdewamiya peywendî û hevahengiya di navbera wezaretên xizmetkarî û parlamentoyê de dike, hevdem pêdivî dibîne ku qanûn û rê bi rengekî bên nûkirin ku ligel vê qonaxê biguncin û pêdivîtî û daxwazên welatiyan dabîn bikin.
Di pareka dî ya axavtina xwe de, Cîgirê Serokê Parlamentoyê daxwaza giringîdana bi sektora bazirganî û çandiniyê dike û tekezê li ser pêdivîtiya xerckirina mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê û hemî parêzgehên dî yên Îraqê dike.