Li Kerkûkê êrîşî polîsên federal hat kirin; kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeka çekdarî de bo ser xaleka leşkerî ya Polîsên Federalî yên Îraqê li sînorê qezaya Hewîceyê li Parêzgeha Kerkûkê, polîsek hat kuştin û çar polîsên dî jî birîndar bûn; hevdem êrîşberan kamerayeka herarî ya çavdêriyê jî pûç kiriye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê, ji zarê çavkaniyeka bilind a ewlehiyê eşkere kir ku çekdaran êrîşeka ji nişkê ve kiriye ser xaleka leşkerî ya girêdayî Fewca Sêyê ya Lîwaya Nehê ya Polîsên Federalî li sînorê qezaya Hewîceyê ya girêdayî Parêzgeha Kerkûkê.
Di encama wê êrîş û gulereşandinê de, polîsekî yekser canê xwe ji dest da û çar polîsên dî jî birîndar bûn û ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin. Hevdem çekdaran di dema wê êrîşê de kamerayeka herarî ya leşkerî jî pûç kiriye ku di wê xalê de bo çavdêrîkirina liv û tevgerên paşmayiyên DAIŞê hatibû danîn.
Li gorî zaniyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, piştî wê rûdanê hêzeka zêde ya ewlehiyê yekser gehiştiye wê deverê û cihê wê êrîşê dorpeç kiriye, û operasyoneka berfireh a pişkinandinê dest pê kiriye, bi merema dîtin û girtina bikerên wê êrîşê.