di sê parêzgehên Îraqê de girjî ket nav xwenîşandanan
li xwenîşandanên her sê parêzgehên Bexda, Babil û Dîqar girjî û pêkdadan di navbera xwenîşaderan û hêzên ewlekarîyê rûda û hejmareka xwenîşanderan birîndar bûn.
K24- Hewlêr
li xwenîşandanên her sê parêzgehên Bexda, Babil û Dîqar girjî û pêkdadan di navbera xwenîşaderan û hêzên ewlekarîyê rûda û hejmareka xwenîşanderan birîndar bûn.
Çavkanîyeke ewlekarîrîyê li bajarê Bexdayê bi Sûmerîye Niyoz ragehandîye, êvarîya evro rûbirûbûn di navebera xwenîşanderên qada Xelanî û hêzên ewlekarîyê rûda.
Wî çavkanî ku amaje bi navê wî nehatîye kirin, ragehand jî: Hêzên ewlekarîyê gulleyên pilastîkî û bomba hêsirrêj li dijî xwenîşanderan bikar anîne.
Ji alîyek dî, çavkanîyeke dî yê ewlekarîyê bi Şefeq Niyoz ragehandîye, li bajarê Dîqar jî şer di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de rûdaye û aşkera jî kirîye, ku di xwenîşandanên Bexda û Dîqar 7 xwenîşander birîndar bûne û hejmareka wan jî tuşî henase tengîyê bûne.
Hevdem li bajarê Babil jî, hêzên ewlekarîyê bo belavkirina xwenîşanderan çekê zindî û bombên hêsirrêj li dijî xwenîşanderan bikar anîne.
Derbarê zîyanên canî yê wî bajêrî, ji encama şer û pêkdadanan di navbera xwenîşander û hêzên ewlekarîyê de, ti zanyarî nehatîye belavkirin.