DAIŞê êrîşî gundekî Kakeiyan li Xaneqînê kir
Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kakeiyan li Xaneqînê kir û bavek û kurekî wî şehîd bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kakeiyan li Xaneqînê kir û bavek û kurekî wî şehîd bûn.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şeva bûrî, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Buhara Taze yê ser bi Xaneqînê ve û di encamê de bavek û kurekî wî şehîd bûn, herwiha 10 welatî û endamên hêzên ewlehiyê yên Iraqê birîndar bûn.
Peyamnêrê me amaje bi wê da, bombeyek bi hêzên Iraqî de jî teqiya.
Piştî vekişîna Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî, valahiyeke ewlehiyê li wan navçeyan durist bû û tevgera çekdarên DAIŞê zêde bû, ji wê demê ve çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîş dikin û xelkê sivîl jî direvînin.
S. B