Li Bakurê Kurdistanê sîyasetmedar Mehmud Alinak hat girtin
Siyasetmedarê Kurd û Parlamenterê berê yê Qers û Şirnax a Bakurê Kurdistanê Mehmud Alinak, bi henceta propagandeya cudaxwaziyê dike, hat girtin.
K24- Hewlêr
Siyasetmedarê Kurd û Parlamenterê berê yê Qers û Şirnax a Bakurê Kurdistanê Mehmud Alinak, bi henceta propagandeya cudaxwaziyê dike, hat girtin.
Îro Polis û leşkeran bi ser mala parêzer, siyasetmedar û niviskarê Murd Mehmud Alinak de girt û di male de, lêgerîn pêkanîn.
Mahmud Alinak, du caran wekî parlamenter hatiye hilbijartin. Ji ber xebata siyasî, di nav doza KCKê de jî, hat girtin û 6 mehan di zîndanê de ma.
Herî dawî, bi egera nameyekê, ku bi zimanê Kurdî, di dema Serokwezirtiya wî da ji Erdogan re şandibû, hate girtin.
Alinak, xwedîyê 10 pirtûkan ser doza Kurdî ye. Lekolîner û nivîskarek aktîf ê Bakurê Kurdistanê ye.