Mesrûr Barzanî: Pêwendiya bihêz a Hewlêr û Washingtonê bo parastina navçeyê girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re li Munchenê ragihand, Pêwendiya bihêz a Hewlêr û Washingtonê bo parastina navçeyê girîng e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re li Munchenê ragihand, Pêwendiya bihêz a Hewlêr û Washingtonê bo parastina navçeyê girîng e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re, me tekez kir, pêwendiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de bo parastina Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê girîng e”. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro d roja duyem ya Konferansa Asayişê ya Munchenê 2020 de, bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re civiyabû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansa îsal de, bi hejmarek serok, serokwezîr, wezîr û serkirdeyên welatên cîhanê re dicive.

 

S. B