Mesrûr Barzanî daxwaza berçavgirtina mafên Kurd li Sûriyê ji Lavrov dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, di twittekê de naveroka civînê aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, di twittekê de naveroka civînê aşkere kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twitta xwe de nivîsî: “Me tekezî li aramkirina rewşê bi taybet li Sûriyê kir. Min daxwaza xwe ji Rûsyayê re dupat kir, ku navbênkariyê bike di çareserkirina pirsên Sûriyê de, bi berçavgirtina mafên hemûyan û yên Kurdan jî di nav de”.
Di dirêjahiya hevdîtin û civînên li Konferansa Asayişê ya Munchenê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şanda pê re civiyabû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem ya Konferansa Asayişê ya Munchenê 2020 de, bi hejmarek serok, serokwezîr, wezîr û serkirdeyên welatên cîhanê re dicive.
S. B