Li Efrînê 2 welatî ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve yên Efrîn dagîr kirine, bi revandina welatiyan û destdanîna ser malên Kurdên Efrînê berdewam in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve yên Efrîn dagîr kirine, bi revandina welatiyan û destdanîna ser malên Kurdên Efrînê berdewam in.
Rêxistina Mafên Mirvan li Efrînê belav kir, hêzeke hevbeş a îstixbarata Tirkiyê ligel grûpa Feyleq El Şam ji roja 11 vê mehê ve welatiyê bi navê Muhsin Bilal ji gundê Gewanda yê ser Reco ve revandiye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Wê rêxistinê ragihand jî, grûpa Sultan Murad duhî welatiyê bi navê Serbest Ehmed ji gundê Qota yê ser bi navçeya Bilbilê ve revand û niha ew li navenda wê grûpê li Bilbilê girtî ye.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, grûpa çekdar a Feyleq El Şamê li gundê Meydana yê ser bi Reco ve kalemêrê 70 salî Henan Sîdo û hevjîna wî ji mala wî derkirin û malbateke nêzîkî serkirdeyê wê grûpê Ebû Igil li şûna wî bicih kirin. Malbata Henan Sîdo jî niha derbider bûye.
S. B