Serok Barzanî û Eyad Elawî li ser çend xalan derbarê hikûmeta dahatû de rêkeftin

Serok Mesûd Barzanî ligel Dr. Eyad Elawî û şanda pê re civiya û li ser sê xalan derbarê hikûmeta dahatî ya Iraqê de rêkeftin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ligel Dr. Eyad Elawî û şanda pê re civiya û li ser sê xalan derbarê hikûmeta dahatû ya Iraqê de rêkeftin.

Di civînê de bi hûrî behsa pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê û babeta pêkanîna hikûmeta veguhêz ya dahatî ya Iraqê hat kirin û herdu alî li ser van xalan rêkeftin:

Yekem: Herdu aliyan tekez kirin ku Iraq pêwîstiya wê bi mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye, bo hevkariya welat bike di rûbirûbûna metirsiyên terorê bike, bi taybet jî bi berçavgirtina tevgera vê dawê ya DAIŞê.

Duyem: Iraq welatekî firepêkhate ye û ti aliyekî siyasî nikare derbarê biryarên çarenivîsaz ên dewletê û dahatiya wê, bi tekalî bide, ji ber ku ew dibe gef li ser yekangîriya welat û aştiya civakî.

Sêyem: Pêwîst e pêkanîna hikûmeta dahatû, nûnertiya hemûyan bike û hemû pêkhateyên Iraqê beşdariyê tê de bikin, ta yekgirtîbûna niştimanî û daxwazên aştîxwaz ên xwepêşanderan û bizava camewerî lixwe bigire.

 

S. B