Ji encmama hêrşên Tirkiyê û duvelankên wê bo ser deverên Kurdistanê 3 sivîl birîndar bûn

3 sivîl birîndar bûn ji encama hêrişeka hêzên artêşa Tirkiyê û dûvelankên wê ji çekdarên dijberîya Sûriyê bo ser gundewarê Efrînê.

K24- Hewlêr

3 sivîl birîndar bûn ji encama hêrişeka hêzên artêşa Tirkiyê û dûvelankên wê  ji çekdarên dijberîya Sûriyê bo ser gundewarê Efrînê.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov balav kirîye, hêzên Tirkiyê û komên ser bi wê ve, bi Hawinan û çekên girna hêrişî gundên Sîda, Mieleqa, Evdiko û kobirlik herweha kampa Eyîn Îsayê li bakûra Reqayê kirin. Riwangehê belav kirîye jî, ku hêrişên komên çekdar li ser fundê Tewîle jî li gundewarê Tel Temir berdewame.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku komên ser bi Tirkiyê ve, gundê Başmira ya ser bi Şêrewa ve jî topbaran kirin û di encam de jinek û dû zaro birîndar bûn.