Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanya tekeziyê li rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanya Mark Sedwill kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanya Mark Sedwill kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hate kirin. Herwiha girîngîpêdana bi hevahengiya zêdetir bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û aramkirina rewşa navçeyê hatin guftûgokirin.


S. B