Mesrûr Barzanî li gel serok wezîrê Îtalîya dicive
Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel serok weîzrê Îtaliya dicive û sûbe jî li gel Papa û serok wezîrên Vatîkanê dicive.
K24- Hewlêr
Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel serok weîzrê Îtaliya dicive û sûbe jî li gel Papa û serok wezîrên Vatîkanê dicive.
Mesrûr Barznî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê piştî bi dawîhatina karên Konfiransa Asyîşa Miyonşinê, bi serokatîya şandeka hikumetê, gehişte Roma ya paytextê Îtalîyayê û biryare evro li gel Ciyozêpî Kontê, serok wezîrê Îtaliyayê bicive û gotûbêjan derbarê hevahengîyên berengarbûna terorê bikin.
Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê ku pêkhatîye ji Serokê hikumetê û Dana Ebdulkerîm, wezîrê avedankirinê û akincîbûnê, Ano Cewher, wezîrê veguhaztinê û gehandinê, Piştîwan Sadiq,wezîrê ewqaf û karûbarên olî û Xalid Şiwanî wezîrê Herêmê di serdan xwe de delîve yên weberhînanê bo kompanyayên Îtaliyayê gengeşe dikin.
Sube, Çarşebîyê jî, li Vatîkan, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel qedasta Papa û serok wezîrên Vatîkanê û wezîrê berevanîya Îtalîyayê dê bicive û behsa peywendîyên Herêma Kurdistanê û bi hev re jîyana olî û handa danûstandinê di navbera olan de dikin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê serdan xwe bo Îtaliya û Vatîkan ragehand: Li gel qedaste Papa y behsê giringîya bi hev re jîyana olî li Herêma Kurdistanê û berengarbûna terorê dikîn. Şanazîyê dikîn ku Herêma Kurdistanê gelek hewil daye bo pêşvebirina danûstandinan di navbera olan de û duristkirina seqayeka aram bo peyrewkerên tevaya olan li Herêma Kurdistanê.