PDK helwesta xwe ji Hevserokên YNKê radigihîne

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, YNKê çi biryarê bide û kê bike serok yan hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, YNKê çi biryarê bide û kê bike serok yan hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin.

Li perawîza merasîma salvegera damezirandina Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de, Fazil Mîranî derbarê hilbijartina Lahûr Şêx cengî û Bafel Talebanî wek Hevserokên YNKê de ragihand, “YNKê çi biryarê bide û kê bike serok yan hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin. Hêvîdar in serkirdeyatiya nû ya YNKê rêkeftinên me yên bi rihmetî Mam Celal re kirine bicih bikin.”

Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê hilbijartin.

Herwiha Fazil Mîranî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de ragihand, îro şandeke partiyên Kurdistanî çû Bexdayê û bi aliyê Sune û Şîe re dicive.

Fazil Mîranî got jî: “Em wek PDK çend wezîr para me be, behsa wê nakin, em wek Kurd û wek Kurdistanî û wek PDKê hewl didin bi yek helwestê bin û em hemû bi hev re bin û ti derzek li navê Kurdistanî bi giştî û navê Kurd bi taybetî nekeve”.

 

S. B