Mesrûr Barzanî û Papayê Vatîkanê civîyan

Evro, Çarşembîyê 19/2/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li Vatîkan li gel Papa Firansîs, papayê Vatîkan civîya.

K24- Vatîkan

Evro, Çarşembîyê 19/2/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li Vatîkan li gel Papa Firansîs, papayê Vatîkan civîya.

Di civînê de, rewşa niha ya Îraqê, deverê û rewşa bi hev re jîyana olî, neteweyî û rewşa Kirîstayanan li Îraqê û Herêma Kurdistanê gengeşe kirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, supasîya Papayê Vatîkanê kir li beranber peyam û şîretên wî bo kûrkiri canî aştîxwazîyê, lêburînê û bi hev re jîyana gelan û pêkhateyên cuda yên cîhan, Îraq û deverê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, puxteyek derbarê rewşa niha ya Kurdistanê pêşkeş kir, bi taybetî li rûyê bi hev re jîyana olî û neteweyî, ku hemû bi aramî û tebayî dijîn û mafên xwe yêm mirovî û olî û kelturî bicih dikin. Ev jî li ba hikuemta Herêma Kurdistanê tim cihê bayex û giringîyê bûye.  Herweha penageheka aram jî bûye bo bi sedan hezar aware û penaberan ku bi serdema tudûtîjîyê û rewşa deverên cuda yên Îraqê û Sûriyê berê xwe dayîne Herêma Kurdistanê. Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê banghêşta qedasta Papa kir daku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Qedesta Papayê Vatîkanê, stayîş û pesna rola Herêma Kurdistanê û hikumeta Herêmê kir bo wê seqa ya aram, ku bo tevaya pêkhateyên olî û neteweyî durist kirîye û cih bo evan hemû aware û penaberan vekirîye û xizmetguzarîyên pêwîst pêşkeşî wan kirîye.

 Papayê Vatîkanê, supasîya helwêsta hikumeta Herêma Kurdistanê kir, ku tim di xema bi hevre jîyan û aştîyê û tebayê bûye, di rûbirûbûna gotara tundrewîyê  de û şerê terorê jî li Îraqê û deverê, bandoreke mezin hebûye û bo mirovanîyê û azadîya pêkhateyan û parêzgarîkirinê li maf û kerametan wan, gelek qurabanî daye.

Di vê dîdarê de, amaje bi rewşa Kirîstîyanên Herêma Kurdistanê hat kirin, ku cih û pêgeha wan li hemû rûyan ve  hatîye paraztin. Behsa wê yekê jî kirin ku Herêma Kurdistanê ne tenê bo Kirîstyanên Herêma Kurdistanê, lê bo tevaya kirîstyanên Îraqê herêmeka aram bûye û bi tenahî dijîn û nimûneyeka ciwana bi hevre jîyanê ye.

Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê, ku  bi serokê hikumetê re bûm, ev bûn: Dana Ebdulkerîm, wezîrê avedankirin û akincîkirinê, Piştîwan Sadiq, wezîrê ewqaf û karûbarên olî. Ano Cewher, wezîrê veguhaztin û gehandinê û Xalid Şiwanî, wezîrê Herêmê.