Serok Barzanî serxweşiyê li malbatên şehîdên gundê Çexmaxe dike

Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên welatiyên Kurd ên li gundê Çexmaxe ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên welatiyên Kurd ên li gundê Çexmaxe ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Şeva bûrî teroristên DAIŞê êrîşî gundê Çeximaxe yê ser bi bajarokê Dubiz li rojavayê Kerkûkê kir û mixabin di encamê de çar welatî şehîd bûn û sê welatiyên din jî birîndar bûn.

Serxweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdên wê bûyerê dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya çakbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.

Ev bûyer û çendîn bûyerên hevşêwe jî bi ronî nîşan dide ku teroristên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê û nearamiyê dibînin ji bo xwe birêkxistin û bihêz bikin.

Gefên teroristan li ser ewlehî û jiyana xelkê her maye û pêwîst e bi hend bê wergirtin. Her ji ber wê jî, divê hevahengiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan ji bo nehîştin û jinavbirina gefên terorê berdewam û bihêztir be û herwiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya ewlehî û serbaziyê ya li navçeyê hatiye sepandin jî were.

 

S. B