Hêzên Tirkiyê ji 7 gundên Serê Kaniyê vekişiyan

Hêzên Tirkiyê ji 7 gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temirê de vekişiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Tirkiyê ji 7 gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temirê de vekişiyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji gundê Hilêwe, Camûs, Erîşa, Mehmûdiyê, Sûde, Seîd û Xirbit Camo yên li derdora Til Temir û Zirgan vekişaniyan.

Rewangehê diyar kir, sedema vekişîna hêzên Tirkî ji wan deveran nehatiye zanîn, lê ew dever ji destpêka ve ne di plana Tirkiyê de bû, dema dest bi êrîşa ser gundewarê Serê Kaniyê kiribû.

Li gor Rewangehê, beşek ji wê hêzê ber bi gundê Til Helef yê li rojavayê Serê Kaniyê çû.

Berî çend rojan jî hêzên Tirkî ji gundên Girê Sipî yên wek Şirgrak, Elî Baciliye, Xirap Riz û Kormaza vekişiyabûn û heta niha sedema vekişîna wan nayê zanîn.

 

S. B