HDP banga beşdariya kongreya asayî ya çaremîn dike

Komek rêveber û parlamenterên HDP li Stenbolê, banga beşdarbûnê bo kongreya 4emîn kir. Di kongreyê de, ku roja yekşemê dê birêve biçe, kadro û hevserokên nû yên partiyê dê werin hilbijartin. Ji bo hevserokên nû, dinav HDP de zêdetir behsa hevserokên niha Pervîn Buldan û Sezaî Temellî tê kirin.

K24- Hewlêr

Partiya Demokratîk a Gelan HDP piştî bidawîbûna kongreyên xwe yên navçe û bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 23ê Sibatê kongreya xwe mezin a 4emîn dê pêk bîne.

Li Stenbolê komeke parlamenter û rêvebirên HDPyî li gel çend pêkhateyên din banga beşdarbûna bo kongreyê kirin û amaje kirin bo aştiya civakî û wekhevî di kongreyê de nexşerêya xwe wê diyar bikin.

Necdet Îpekyuz-Parlamenterê HDP- dibêje: Her çiqas pêşiya me bê girtin, nehêlin em xebata xwe bikin nehêlin em derkevin kûçe û kolanan jî lê em ê mil bidin hev û xwedî li doza xwe derkevin. Bila hemû cîhan bizane em aştî û wekheviyê dixwazin û kongreya me jî li ser vê esasê ye.

Hevseroka şaxa Stenbolê ya HDP amaje kir ew çaverêdikin ku ji Stenbolê 10 hezar kesî dê beşdarî kongreyê bin.

Elîf Bulut-Hevseroka Şaxa Stenbolê ya HDP- got: Me kongreyên li Stenbol û naveçeyên wê bi coşeke mezin pêk anî niha dor hat kongreya mezin. Em ê di wê kongreyê de biryardar û mafdariya HDP nîşanî herkesê bidin.

Ji bo hilbijartina hevserokên nû yên HDP zêdetir behsa hevserokên halîhazir Pervîn Buldan û Sezaî Temellî tên kirin loma tê çaverêkirin Buldan û Temellî dubare wê werin hilbijartin bo hevserokatî.