Osman Baydemîr behsa serdana Herêma Kurdistanê dike
Kesayetî û Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr spasiya Serok Barzanî dike û tifaqa netewî, aştî û aramiyê hêvî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kesayetî û Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr spasiya Serok Mesûd Barzanî dike û tifaqa netewî, aştî û aramiyê hêvî dike.
Serok Mesûd Barzanî ku roja 19ê vê mehê pêşwazî li Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kiribû û di civînekê de guhertinên dawî û pêşhatên siyasî yên di derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de guftûgo kiribûn û tekezî li ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û riya diyalog û hevtêgihiştinê ji bo çareseriya pirsgirêkan kirin.
Osman Baydemîr di derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re li twittera xwe çend wêneyên ligel Serok Barzanî belav kirin û nivîsî: “Bi seferî Kurdîstan û hevdîtina Brez Kek Mesud Barzanî ez gelek dilşad bûm. Ji bo pêşwazî û dil germîya we ez ji dil spas dikim. Bi hevîya tifaqa netewî, astî û aramî...”
Bi seferî Kurdîstan û hevdîtina Brez Kek Mesud Barzanî ez gelek dilşad bûm.
— Osman Baydemir (@baydemirosman) February 22, 2020
Jî bo pêşwazî û dil germî ya we ez ji dil spas dikim.
Bi hevîya tifaqa netewî, astî û aramî...@masoud_barzani#Hewler #Kurdîstan pic.twitter.com/L4msa9A1Jg
S. B