Serok Barzanî û Plasschaert proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gef û metirsiyên li ber proseya siyasiya Iraqê nirxandin û her dû alî dilgiraniya xwe ya kûrtirbûna qeyrana siyasiya Iraqê ragihandin.
Her di vê civînê de di derbarê eger û çareseriyên ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser rola Neteweyên Yekgirtî ya ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê kirin.
S. B