ENKS: Girîng e pêwendiyên dîplomasî yên erênî bi Tirkiyê re hebin
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso radigihîne, “ENKS hêzeke siyasî ye û hevdîtinên dîplomasî bi hemû aliyan re dike. Dema em bi dewleta Tirkiyê re rûdinin, nayê wateya ku em çavên xwe ji binpêkirinên çê dibin digire.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso radigihîne, “ENKS hêzeke siyasî ye û hevdîtinên dîplomasî bi hemû aliyan re dike. Dema em bi dewleta Tirkiyê re rûdinin, nayê wateya ku em çavên xwe ji binpêkirinên çê dibin digirin.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser hevdîtina şanda ENKSê a roja 19ê vê mehê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re ragihand, di civînê de rewşa Sûrî bi giştî, proseya siyasî, danûstandinên Cenêvê, rewşa Idlib, binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li herêmên Kurdî Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê, û plana guhartina demografî li wan herêman û mafên gelê Kurd li Sûriyê hatin guftûgo kirin.
Silêman Oso tekez kir, wan ji dewleta Tirkiyê alîkarî xwast, ta ev plana guhartina demografî rawestînin û di heman demê de, alîkar bin ji bo miletê ku ji wan herêman koçber bûne vegerin ser mal û milkên xwe.
Oso li ser rola Tirkiyê di Sûriyê de got: “Tirkiye welatekî herêmê yê gelekî girîng e û herêmên ji Idlib, Efrîn, Ezaz, û hata Girê Sipî û Serê Kaniyê di bin kontrola çekdarên ku ew piştevaniya wan dike de ye. Rola Tirkiyê ji bo pêşeroja Sûriyê jî gelekî girîng e. Ji aliyekî din ve herêmê di navbera Sûriye û Tirkiyê de piraniya wan deverên Kurdî ne, ji ber wê girîng e ku pêwendiyên erênî pê re bên kirin. ”
Herwiha got: “Em û gelê Tirkiyê cîranê hev in û nabe em şerê hev bikin, berûvajî wê divê em alîkariya hev bikin. Em ne li dijî dewleta Tirkiyê ne, belkû em dixwazin miletê xwe biparêzin û mafê gelê di Sûriyê de bidest bixin. Em bi mafê gelê Kurd li Tirkiyê re ne, lê ew pirseke girêdayî Tirkiyê ye. Herwiha em naxwazin aliyên din ên Kurdistanî jî destêwerdanê di Rojavayê Kurdistanê de bikin.”
Oso tekez kir jî, wan wek ENKSê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu kir, fişarê li grûpên çekdar bike, ta binpêkirinên mirovî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rawestînin û Tirkiye alîkar be ji bo koçberên vegerin ser cih û warên xwe . Herwiha diyar kir jî ku Çavuşoglu jî got ku ew li dijî guhartina demografî û binpêkirinan in û wan du dadgeh ava kirine ji bo sizadana kesên binpêkirinan dikin.
Oso li ser helwesta ENKSê ji PYD/YPG/ Rêveberiya Xweser ragihand, ENKSê pêştir çend rêkeftin bi aliyê PYDê re kir, lê ew pabendî wê nebûn. Niha li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî gavin avakirina baweriyê têne avêtin û ENKS wan gavan erênî dibîne, lê bi hêvî ne em bigihin pirsa yekrêzî û hevpariyê di her tiştî de.
Li ser pirsa ku metirsî heye hevdîtina ENKSê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re bandoreke nerênî li yekrêziya Kurdî bike, Silêman Oso got: “Heger ew bizanin baş siyasetê bixwînin, dê bizanin ku hevdîtina me gaveke dîplomasî bû. Di pêkanîna yekrêziya Kurdî de divê em welatên cîran dilniya bikin ku em ne li dijî wan in, lê em ji bo berjewendî û mafên gelê xwe di pêşeroja Sûriyê de dikin. Em ne li dijî opozîsyona niştimanî ne. Em bi çareseriya siyasî ya Cenêvê re ne.”
Tekez kir jî: “Dema bi dewleta Tirkiyê re rûdinin, nayê wateya ku em çavên xwe ji binpêkirinên çê dibin digirin. Em dengê miletê xwe digihînin her aliyekî. Em wek hêzeke siyasî, siyasetê dikin, em dijminatiya dewleteke mezin wek Tirkiyê nakin.”
Careke din tekez kir: “Dema yekrêziya Kurdî ava dikin, em nameyekê didin civaka navdewletî û dewletên herêmî, ku Kurd hemû bi yek helwesta siyasî daxwaza mafên xwe di Sûriyeya pêşerojê de dike”.
Di derbarê danûstandinên MSD û rêjîma Sûriyê de, Oso got: “Rûsya ji ENKSê jî xwast ku danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bike, lê heta niha ti nîşaneyek ji aliyê rêjîmê de diyar nebûye ku ew ji danûstandinan û çareserkirina pirsa Kurdî re amade be, ji ber wê em gelek hêviyan li ser girê nadin. Herwiha dema ew (MSD) bi Serokê Îstixbarata Sûriyê re civiyan, me ew bi xiyanetê tometbar nekir”.
S. B