Herêma Kurdistanê amûreya destnîşankirina veyrûsa Korona peyda kir
Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê amûreya destnîşankirina veyrûsa Korona peyda kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê amûreya destnîşankirina veyrûsa Korona peyda kir.
Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji K24ê re ragihand, ew amûre ji bo destnîşankirina kesên tûşî veyrûsa Korona bûne ye û encaman jî diyar dike.
Her îro Wezîrê Tenduristiyê ragihandibû, wan rêkarên xwe zêde kirine, ji bo rê li ber belavbûna wê veyrûsê bigirin. Herwiha ji berî çend rojan ve jî rênima û hişyarî ji bo welatiyan bi awayekî berfireh belav kirine.
Îro yekem haleta tûşbûna bi vayrûsa Korona li welatên Behrên, Kuwêt û Iraqê hatin tomarkirin.
S. B