7 xwişk û bira di encama erdhejê de bê bav û bê xanî man

Di encama erdheja 23yê Sibatê de, li gundê Bêlis a Elbaxa Wanê 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ku her welatiyek ê jiyana xwe ji dest dayî çîrokek dilsoj li duv xwe hişt. Malbata Tosûn yek ji wan malbatan e, ku bavê wan di erdhejê de bû qurbanî û li duv xwe 7 zarok hiştin.

K24- Wan

Di encama erdheja 23yê Sibatê de, li gundê Bêlis a Elbaxa Wanê 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ku her welatiyek ê jiyana xwe ji dest dayî çîrokek dilsoj li duv xwe hişt. Malbata Tosûn yek ji wan malbatan e, ku bavê wan di erdhejê de bû qurbanî û li duv xwe 7 zarok hiştin.

Tê amajekirin ku erdheja 23yê Sibatê ne erdhejek ewqas xurt bu ku xaniyan biruxîne lê li Gundê Bêlis a Elbaxa Wanê gelek xanî ruxiyan û 9 welatiyan jiyana xwe dest da û welatî amaje dikin ku xaniyên Gundê Bêlisê ji xêzaniyê û bêderfetiyê ruxiyan. Yek ji malbatên xaniyê xwe winda kirin jî malbata Tosûn e ku 7 xwişk û bira piştî erdhejê bêbav man. Ji vê malbatê tenê Gokmen Tosûn li Bursa kar dikir û debara hemu malbata xwe dikir lê bi mirina xwe ew jî vegeriya gund û li aliyekê bo bavê xwe xemgîn e û aliyekê jî di nav fikaran de ye dê çawa li malbata xwe binere.

Gokmen Tosûn-Mexdûrê Erdhejê- got:"Ez di înşaatê de dixebitîm. Kesek me tine bû ku bixebite. Roja erdhejê min telefonî bire xwe kir. Got xanî ruxiyaye û ajal mane bin xanî de. J imin re negotin bavê min bin de ma ye. Ji min veşartin. Paşê min bihîst ku bavê min miriye. Ez negihîştim ser bavê xwe. Ti kesê me nîne min li 9 kesan dineri û bavê min pîr bû. Ez tenê dişixulîm."

Malbata Tosûn niha di konê ku piştî erdhejê hatî vedan de jiyana xwe didomîne û xwişk û birayên xemgîn li ser çarenusa xwe difikirin. Yek ji wan xwişkên ku bavê xwe winda kirin Bengul Tosûn tîne zimên ku wê gelek hewl daye  bavê xwe ji bin xaniyê ruxiyayî derxîne lê nekariye û niha hewl dide bo xwişk û birayên xwe deriyek debarê bibine.

Bengul Tosûn- Mexdûra Erdhejê- dibêje:"Wextê erdhej çêbu xwişkê min hemu reviyan min bire xwe di xewê de kêşand. Ez derketim hewşê ev birê min xuya nedikir. Min bi destê xwe ax kola û birê xwe derxist. Bavê min axê de mabû. Min bi destê xwe ax kola û min destê bavê xwe dît. Heta min bavê xwe derxist miribû."

Malbata Tosûn di erdhejê de bavê xwe û xaniyê xwe winda kir, lê ev yekem karesat e kut ê serê wan. Di erdheja 2011 ya Wanê de jî dîsa malbatê xaniyê xwe winda kiri bû û bi derfetên kêm ji xwe re xaniyeke nû ava kiribûn lê ew xanî jî dîsa di encama erdhejekê de ji dest wan derket.