Rêgiriyên li rojavayê Kurdistanê hemberî Vayrosa Korona çi ne?
Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Herêma Cezîrê Dr. Menal Mhemed ji K24 re diyarkir, her hewlekê didin ji bo pêşîgirtina vê vayrosê li rojavayê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Belavbûna Vayrosa Korona metirsiyek cîhanî peyda kiriye. Rêveberiya Xweser bi egera rêgirî liber Vayrosê deriyê Sêmalka yê di navbeyna başûr û rojavayê Kurdistanê de bo demek nediyar digre.
Herweha rêgiriyên din liser erdê jî tên girtin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Herêma Cezîrê Dr. Menal Mhemed ji K24 re diyarkir, ku rêzecivînan ji bo rêgiriyê lidar dixin, rewşek awarte dinav Desteyê de ragihandin e, ji bo ku her hewlekê bidin ji bo pêşîgirtina vê vayrosê li rojavayê Kurdistanê.
Sînorên rojavayê Kurdistanê ketin e bin kontrolê de û dinav herêmê de hin navend hatine amade kirin, ger rewş in weha rû bidin an guman liser hin an peyda bibin, di wan navendan de bicîh bikin û pêdiviyên tendirustî ji bo wan pêkbîn in. Dinav gel de jî, şîretên dûrxistin ji vayrosê, pêşîgirtin a peydabûn û belavbûnê, bidin zanîn. Bi rêya ragihandinê û pêwendiyan di nav civatê de zanyariyan belav bikin.
Dr. Menal Mhemed anî ziman, ku daxwaz ji xelkê dikin, civatên qelebelix pêkneyîn in û ji qelebalixê dûr kevin. Bêyî pêwistî ji malên xwe dernekevin. Mask bikar bîn in. Paqijiyê bidin pêş.Xwarinên, fêkiyên, hêşînahiyên, ku witaminên dewlemend dinav de ne bixwin. Hingiv bikar bîn in. Ev hemû bergiriya laş pêş dixin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Herêma Cezîrê got, ku deriyên sînorî û xalên kontrolê di bin çavdêriya wan de ne. Heta niha tu xalet rû nedan e. berdewam jî, ligel Sazûmana Tendirustî ya Cîhanî re di pêwendiyê de ne. Rêveberiyê helkeftên meha Adarê ne rawestandin e, lê ger di rewşê de guherîn çêbû, bêguman dê vê tedbîrê jî bidin pêş.