Îran hişyarîyê dide Tirkiyê

Îran hişyarîyê dide Tirkiyê ku hêzên wan li Îdilbê neke armanc.

K24- Hewlêr

Îran hişyarîyê dide Tirkiyê ku hêzên wan li Îdilbê neke armanc.

Navenda şêwrîya Îranî li Sûriyê di daxuyanyekî de  hişyarî daye Tirkiyê ku nêzîkî hêzên wan li Sûriyê nebe. Di wê daxuyanîyê de hatye, ku hêzên Tirkiyê bo çend mehan li ber çavên hêzên Îranê bûn li Îdilbê lê ji ber pabendibûna wan bi rêkeftinên Astaneyê wan ti destêwerdan nekir û ti êrîşek li ser hêzên Tirkiyê nekirin.

Eşkere kirîye, ku hêzên Îranî li Îdilbê li kêleka artêşa Sûriyê şer dikirin û piştevanîya serbazên artêşa wê dikirin jibo rêgirtin ji pêşketinîn komên çekdar yên ku Tirkiyê piştevanîya wan dike.

Di daxuyanîya wê navendê de hatîye, wan name jibo hêzên Tirkiyê şandîye ku hêzên wan li derdora Îdilb  li gel hêzên hikumetê dimînin; lê tevî vê yekê  Tirkiyê û hêzên pêre êrişî xalên hikumetê kirin.