Polîsên Hewlêrê dû kes veguhaztin bo Korintînê
Ragehandina polîsên Hewlêrê aşkera kir, evro dû kesên xelkê Hewlêrê hatin veguhaztin bo Korintînê.
K24- Hewlêr
Ragehandina polîsên Hewlêrê aşkera kir, evro dû kesên xelkê Hewlêrê hatin veguhaztin bo Korintînê.
Di tora civakîya Feysbûkê de, polîsêên Hewlêrê belav kirîye, piştî ku polîsên Hewlêrê hoşdarîyek belav kir ku dû kes bi awayeka ne yasayî ji Îranê vegeriyane Hewlêrê, ew dû kes hatin desteserkirin û xistin di korintînê de.
Herweha ragehandîye, ew dû kes akincîyên taxa Rastî bûn li Hewlêrê û navên wan (S.T.R) û (A.E.E) ne û dûv re radestê Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê hatin kirin û bo cihên pişkinîn û çavdêrîkirinê hatin veguhaztin.