Çekdaran Kurdekî Serê Kaniyê bi 10 hezar Dolaran berda

Welatiyekî Kurd yê bi navê Adil Hesen ku ji bajarê Serê Kaniyê ye û ji aliyê girûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê tê revandin, piştî 10 hezar Dolarên Amerîkî da çekdaran, hate berdan. Adil ji K24 re behsa rojên revandin dike û dibêje ku nasnameya Kurdî li cem çekdaran guneheke giran e.

K24 – Qamişlo

Piştî dagîrkirina bajarê Serê kaniyê ji aliyê Tirkeyê û girupên çekdar ve, Adil Hesen dixwest serdana mal û firoşgeha xwe li Serê Kaniyê bike, loma vegeriya bajêr, lê ji aliyê grûpên çekdar ve hate revandin û ew rastî lêdan û eşkenceyê hat, ji ber ku birayê wî rojnamevanekî Kurd e.

Di odeyeke tarî û sar de û bê xwarin û av Adil rojên xwe di girtigeha çekdara de derbas dikirin û jiber ku ew Kurd e gunehê wî girantir bû, wek Adil dibêje. Ji ber eşkencê û rewşa zor ku tê re derbas dibû, Adil gelek caran hewl dida ku dawî li jiyana xwe bîne.

Piştî mehekê û 2 rojan, çekdaran têkilî bi malbata Adil re kir û bazara pêreyan ji bo berdana wî dest pê kir. Têkilî û danûstandin berdewam kirin, ta ku li beramberî 10 hezar Dolarên Amerîkî Adil hate berdan.

Dayika Adil dibêje, gelek caran hêviya wê bi berdana kurê wê nedima û berdana Adil jê re mîna xewnekê bû.

Ji cotmeha 2019an ve û ta roja îro bi dehan welatiyên Serê Kaniyê rastî revandin û eşkenceyê hatine, tevî ku gelek kêseyên binpêkirinê ji aliyê rêxistinên mirovî hatine belgekirin ve, lê bêdengiya navdewletî berdewam e.