Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê Kurdistanê daxwazekê ji civaka navdewletî dike
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêgîrkirina li belavbûna vîrusa korona daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêgîrtina li belavbûna vîrusa korona daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, civîneke hevbeş navbera Wezareta Tenduristiyê û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû konsolxane û nûnertiyên welatan li Hewlêrê îro dê pêk bê.
Hat aşkera kirin, Wezareta Tenduristiyê li gel rewşa Herêma Kurdistanê ya li hember vê nexwaşiyê û vê derbarê de agahdariyê bide, daxwaz û bangewaziyê jî dê bo civaka navdewletî û welatan û rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî bike, bo alîkarî dayîna Herêma Kurdistanê di rêgirî kirina belavbûna vê nexwaşiyê de û dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî dê lê bike.
S. B