Nêçîrvan Barzanî û şandeke Netewên Yekgirtî civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Netewên Yekgirtî bo karûbarên lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê ligel şandeke Netewên Yekgirtî bo karûbarên lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de bi serokatiya şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Rêgirîkirina li Komkujiyan Adama Dieng de behsa rewşa koçberan, tawanên DAIŞê û sedeme venegera koçberan li ser cihên xwe kir û tekezî li girîngîpêdana zêdetir bi mafên pêkhateyan di destûra dahatû ya Herêma Kurdistanê de kir.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan kurteyek derbarê armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, serdana wan a meydanî ji navçeyên ziyan ji şerê DAIŞê gihîştine û dîtina qurbaniyên destê DAIŞê û malbatên wan, komkirina belgeyên tawanan û dadkirina tawanbaran pêşkêş kir.
Şandê hewl û rola Herêma Kurdistanê bo vehewandina koçberan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji wan re û rêxweşkirina bo tîmên navdewletî yên lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de bilind nirxand.
Di civînê de ku Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Navdewletî ya Lêkolînkirina di Tawanên DAIŞê de li Iraqê Esed Kerîmxan, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, her du aliyan li ser beşdarîkirina pêkhateyan di desthilatê û derxistina yasaya tawanan li Iraqê ku hêsankarî ji tîmên nîvdewletî re bike.
Herwiha her du alî li misogerkirina pêkvejiyan û aştiyê, avakirina baweriyê û pêwendiyê di navbera pêkhateyan, sûdgirtina ji ezmûnên welatan di çareserkirina van pirsgirêkan de, girîngîpêdana bi babeta pêkvejiyan û lêborînê di warê perwerde û fêrkirinê de li Iraqê hevnerîn bûn.
S. B