Haleteke din tûşbûna Korona li Silêmaniyê hat tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina haleteke din a tûşbûna bi vîrûsa Korona li Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina haleteke din a tûşbûna bi vîrûsa Korona li Silêmaniyê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, kesekî din li Herêma Kurdistanê di pişknînê de derket ku hilgirê vîrûsa Koronaya nû COVID-19 ye.

Diyar kir jî, ew halet li bajarê Silêmaniyê hatiye tomarkirin û piştî ew kes nexweş bûbû û serdana bijîşk kiriye, gûman lê hate kirin.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn, ew kesê tûşî vîrûsê bûye 70 salî ye, bi vê yekê jî hejmara kesên li Silêmaniyê tûşî vîrûsa Korona bûne, gihîşt 6 kesan.

 

S. B