Li Diyarbekirê bihayê otomobîlên destê duyem ji %60 zêde bûye
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jiber kêmbûna tirimbêlên nû, bihayê trimbêlên destê duyem %50 - 60 zêde bû. Welatî ji vê bihabûnê nerazî ne. Li gorî nirxandina rêveberên kompaniyên trimbêlan, sedema buhabûna nirxê tirimbêlan, daxistina faîza krediyan û kêmbûna tirimbêlên nû li bazarê ye.
K24- Amed
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jiber kêmbûna tirimbêlên nû, bihayê trimbêlên destê duyem %50 - 60 zêde bû. Welatî ji vê bihabûnê nerazî ne. Li gorî nirxandina rêveberên kompaniyên trimbêlan, sedema buhabûna nirxê tirimbêlan, daxistina faîza krediyan û kêmbûna tirimbêlên nû li bazarê ye.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bazara tirimbêlên nû rawestiya ye lê bazara tirimbêlên destê duduyan germ e. Ji ber tunebûna tirimbêlên nû, bihayê tirimbêlên destê dudiyan %50-60 zêde bûye. Li gorî nirxandina Rêveberê Navenda Tirimbêlan, Mehmet Donmez, tirimbêla ku di 2019'an de bi 80 hezar lîreyî dihat firotin îsal bi 130 hezar lîreyî tê firotin.
Mehmet Donmez - Rêveberê Navenda Tirimbêlan- got:"Me sala derbasbûyî tirimbêla ku bi 75-80 hezar lîreyî diforot em îsal bi 130 hezar lîreyî difiroşin ango di salekê de 50 hezar lîre li tirimbêlan zêde bû. Êdî gelek welatî bixwe tirimbêlan dikirin û difiroşin. Li Diyarbekirê avahîsaz, polîs, karmend li me digerin û pirsa bihayan dikin. Ji ber van ez di wê baweriyê de me ku ev jî bûye sedemeke bilindbûna buhayan."
Li gorî daneyên Komeleya Firoşkarên Tirimbêlan, bazar berawird bi her du mehên serî yên 2019an îsal di heman demê de %90 fireh bû û 74 hezar û 395 tirimbêl hatin firotin. Yek ji sedema zêdefirotina tirimbêlên nû jî daxistina rêjeya krediyên banqeyan tê nîşandan. Ji ber kêmbûna tirimbêlên nû welatî berê xwe didin tirimbêlên destê duyem lê belê ew ji zêdebûna bihayê wan bi gilî û gazinc in.
Mustafa Yalçin – Welatî- dibêje:"Me got ka em li navenên tirimbêlan bigerin da ku em tirimbêlekê bistînin. Lê biha gelekî zêde bûne. Ji mer baca zêde jî biha dibin. Em li hêviyê ne ku tirimbêlên nû li bazarê zêde bibin da ku yên destê duyem erzan bibin."
Omer Donmez – Welatî- dibêje:"Her kesê dest bi vî karî kiriye. Li ser piyan dikirin û difiroşin lê em li vir kirê didin. Em bacê didin. Em ji bo her tirimbêleke ku dikin hezar lîreyî didin. Niha tirimbêlên destê duyem ji yên nû girantir bûne."
Rêveberên rêxistinên tirimbêlan amaje dikin ku welatî bixwe di 2019'an de 3,5 milyon tirimbêl firotine û her kes li gorî xwe bihayê tirimbêlan destnîşan dike û ev yek jî sedemeke bilindbûna nirxê tirimbêlan e. Li gorî nirxandina rêveberên rêxistinên tirimbêlan, dê ji meha adar û nîsanê û pê de tirimbêlên nû li bazarê zêde bibin û bi vê yekê dê bihayê tirimbêlên destê duyem dê jî hinekê dakeve.