Vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê ya îsal hat paşxistin

Vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê ya îsal bi egera rêgiriya Vayrosa Korona (Covid – 19) ji bo demek nediyar a îsal hat paşxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê ya îsal bi egera rêgiriya Vayrosa Korona (Covid – 19) ji bo demek nediyar a îsal hat paşxistin.

Ligor daxûyaniya Birêvebiriya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi hevahengî ligel biryarên hukimeta herêma Kurdistanê ji bo rêgirî li Vayrosa Korona, Vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê ya îsal ji bo demek nediyar a îsal hat paşxistin.

Herweha tê ragihandin, ku biryara paşxistinê ji bo parastina tendirustiya hevwelatiyan hatiye girtin. Gava metirsiya Vayrosa Korona nema, dê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Hewlêrê bê vekirin.

 

 

C.B