Encama pişknîna malbata jina li Hewlêrê tûşî Korona bûye aşkere bû
Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, pişknîn ji endamên malbata wê jina hilgira vîrusa re hate kirin, derket ku ti kesek ji wê malbatê tûşî wê virusê Korona nebûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, pişknîn ji endamên malbata wê jina hilgira vîrusa re hate kirin, derket ku ti kesek ji wê malbatê tûşî wê virusê Korona nebûne.
Wezareta Tenduristiyê şeva bûrî tûşbûna yekem haleta bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihandibû, ku piştî pişknînê derket ku jineke 33 salî hilgira vîrusa Korona ye.
Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî pişknîna hemû endamên malbata wê jinê, xweşbextane ti kesekî din ê wê malbatê tûşî wê vîrusê nebûye.
Tekez kir jî, heta niya tenê yek haleta tûşbûna bi vîrusa Korona li Hewlêrê hatiye tomarkirin û rewşa wê cîgir e û hemû rêkarên çareserkirina wê digirin ber.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn jî, îro hilmeta reşandina bazar û cihên giştî yên Hewlêrê destpê kiriye û daxwaz ji xwediyên dukan û molkeyên mezin jî dikin, dest bi wê hilmetê bikin û pabendî rêkarên xweparastinê bibin.
S. B