Şêx Cafer: Rahênankirina hêza Pêşmerge hat rawestandin

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, tevahiya rahênankirina Pêşmerge hatin rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, tevahiya rahênankirina Pêşmerge hatin rawestandin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mustefa ji rojnamevanan re ragihand jî, pêwîst e li tevahiya binkeyên hêzên Pêşmerge amûreya pişknînê bên danîn, ta ku pişknîn ji Pêşmergeyan re bê kirin.

Pêştir jî, Wezareta Pêşmerge ragihandibû, wek pêngaveke xweparastinê ji 27. 02. 2020an proseya rahênankirinê li tevahiya binkeyên rahênanê yên ser bi wezaretê ve ji bo demeke hefteyekê rawestandibû.

Heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên tûşî vîrosa Korona bûne, gihîşt 9 kesan ku yek ji wan canê xwe jidest daye û tenduristiya kesên din jî cîgir e.

 

 

S. B