Jina Kurd yekem car li Rojhilata Navîn behsa mafên jinan kiriye

Jina Kurd Encum Yamûlkî di Rojhilata Navîn de yekem jin e ku behsa mafên jinan û behsa azadiya jinan kiriye.

K24 – Diyarbekir

Di Rojhilatanavîn de berûvajiyê rewşa giştî di nava Kurdan de jinan bandor li dîrokê kirine û di her beşên jiyanê de cih girtine. Jina Kurd Encum Yamulkî jî yek ji wan jinan e. Jiyana Encum Yamulkî ji aliyê Nivîskar Kerem Serhedî ve bi pirtukekê hat vegotin ku Encum Yamulkî yek ji wan jinane di Rojhilata Navîn de yekem car behsa maf û azadiya jinê kiriye û Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ava kiriye.

Di nava Kurdan de di mijarên netweyî de û di mijarên civakî de jinan kariye rol bilîzin û di dîrokê de wek kesayetên navdar cih bigirin. Yek ji wan jinan jî jina Kurd Encum Yamûlkiye ku parastvaniya mafên jinan kiriye û di nava tevgerên neteweyî de cih girtiye. Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî jî jiyan û xebata Encum Yamûlkî bi pirtukekê berhev kiriye û balê dikêşe xebatên Encûm Yamûlkî. Kerem Serhedî amaje dike ku Encum Yamûlkî nîşaneya berdewamiya girîngiya jinên Kurd e ku di nava Kurdan de berovajiyê rewşa giştî ya Rojhilatanavîn jin xwedî erk û hêz bûne.

Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî ji K24ê re got: "Rola jina Kurd di dîrokê de ji neteweyên cuda ye. Wek mînak dema ku ereban keçên xwe bi saxî dixistin bin erdê de di nava Kurdan de jinên emîr hebûn. Xwişka Silhedînê Eyyûbî jî mînakek e."

Di pirtûka ku behsa jiyana Encum Yamûlkî dike de tê amajekirin ku di sala 1919an de li Stenbolê bi pêşengiya Encum Yamûlkî Komeleya Pêşketina Jinên Kurd hatiya damezirandin û di bin banê komeleyê de li gel xebatên neteweyî behsa mafên jinan û azadiya jinan jî hatiye kirin. Nivîskarê pirtukê dibêje Encum Yamûlkî kariye wek remzek a neteweyî di dîroka Kurdan de cihê xwe bigire.

Lêkolîner Kerem Serhedî dibêje: "Jina ku di Rojhilata Navîn de yekem car behsa mafên jinan û behsa azadiya jinan kiriye Encum Yamûlkî ye. Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ava kiriye. Di dîroka Kurdan de cihên Encûm Yamûlkî girîng e."

Jina Kurd Encûm Yamûlkî di sala 1895an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dine û keça Mistefa Yamûlkî Paşa ye ku ji malbateke netewperwer tê ku vê yeke bandor li wê kiriye ku xwedî helwesteke neteweyî be û bo bidestxistina mafên neteweyî yê Kurdan xebatan bimeşîne. Encûm Yamûlkî di sala 1970an de li Parîsê koça dawî kiriye û li Bexdayê hatiye definkirin.