Wezîrê Tenduristiyê zanyariyan derbarê tûşbûya duyem a Korona li Hewlêrê dide
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê jina duyem a tûşî vîrusa Korona bûye, têkelî xelkê nebûye û li nava kerentîneyê hat destnîşankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê jina duyem a tûşî vîrusa Korona bûye, têkelî xelkê nebûye û li nava kerentîneyê hat destnîşankirin.
Di konferanseke rojnamevanî de ligel Konsolê Çînê li Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, daxwaz ji welatiyan dikin li malên xwe bimînin û piştevaniyê li tîmên bijîşkî bikin.
Amaje bi wê yekê jî kir, jina duyem a tûşî vîrusa Korona bûye, têkelî xelkê nebûye û li nava kerentîneyê hat destnîşankirin û rewşa wê ya tenduristî cîgir e.
Ji aliyê xwe ve, Konsolê Çînê li Hewlêrê hevakariya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re aşkere kir, ku 200 hezar devane bexşandiye Herêma Kurdistanê.
Ragihand jî, spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim. Çîn bi hevkariyên xwe û şandina tîmên bijîşkî berdewam dibe.
Diyar kir jî, Çînê 40 hezar amûreyên destnîşankirina vîrusa Korona pêşkêşî Iraqê kirin.
S. B