Babacan, Partiya xwe îro didamezrîne
Wezîrê Berê yê Tirkiyê Alî Babacan, ji bo damezrandina partiya xwe, îro serî li Wezareta Navxweyî dide û roja Çarşemiyê jî, bi civînekê partiya nû radighîne

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berê yê Tirkiyê Alî Babacan, ji bo damezrandina partiya xwe, îro serî li Wezareta Navxweyî dide û roja Çarşemiyê jî, bi civînekê partiya nû radighîne.
Wezîrê Berê yê Darayî Alî Babacan bi piştevaniya Serokomarê Berê Ebdula Gul roja Çarşemiyê bi fermî damezrandina partiya xwe ya nû radighîne.
Babacan di beşdariya bernameya kanalek TVyî ya Tirkiyê de da xuyakirin, ew dixwazin şêwazeke nû bîn in siyaseta Tirkiyê û ji sedî sih kotaya jinan û kotaya ciwanan di rêznameya partiya xwe de danîn e û îro bi fermî bi 90 damezrîneran serî li Wezareta Navxweyî didin.
Babacan got, li ser pîvanên bingehîn, azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqe partiya xwe dadimezrîn in û dixwazin, Tirkiye ber bi ayendeyeke nû ve bibin.
C.B