Li Hewlêrê haleteke din a tûşbûna bi vîrusa Korona hat tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdisanê di daxuyaniyekê de tomarkirina haleteke din a tûşûna bi vîrusa Korona ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdisanê di daxuyaniyekê de tomarkirina haleteke din a tûşûna bi vîrusa Korona ragihand.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hatiye, derbarê nexweşiya vîrusa Korona COVID-19 ya nû li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristî bi berdewamî di lêgerîn û pişknîna gûmanlêkiriyên hilgirê vê vîrusê ne, bi vê yekê jî:
-Hejmara welatiyên ku di kerentiyan de bûn (3015) welatî li (29) cihên cuda bû, lê niha tenê (1014) welatî di kerentiyan de mane û (2001) kes piştî mana du hefteyan jê derketin û vegeriyan malên xwe.
-Di heyama 24 demjimêrên bûrî de pişknîn ji (49) kesên gûmanlêkirî re hate kirin, di nava wan de tenê kesek hilgirê virûsa Korona bû, ku mêrekî 25 salî ye û xwendekar e û ji Îranê vegeriyabû.
-Niha hilgirên vîrusa Koronaya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê tenê (14) kes in, ji nava wan kesekî cane xwe jidest daye, nexweşek bi temamî baş bûye û ewên din di bin çavdêriya tenduristî de ne û rewşa wan cîgar e.
Di dawiyê de daxuyaniyê tekez dike, dive welatî pabendî rênimayên tenduristiyê bin û neçin cihên qerebalix û bi berdewamî destê xwe bison.
S. B