Korona geştên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de rawestandine

Ji ber tirsa belavbûna vîrûsa coronayê geştên bejahî û asmanî ji bakur û Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê rawestiyane.

K24 – Diyarbekir

Ji ber tirsa belavbûna vîrûsa coronayê geştên bejahî û asmanî ji bakur û Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê rawestiyane. Ji berê ji bakur û Tirkiyeyê rojane 10 geştên otobûsan ji bo Herêma Kurdistanê pêk dihatin û nêzî 300 rêwî bi bejahiyê dihatin û diçûn lê niha hemû otobus li termînalê rawestiyan e. Xwediyên companiyên otobûsan amaje dikin ku wan ji ber vîrûsê Koronayê gelek zirar kirine û li bendê ne ku rewş biguhere.

Li termînala Diyarbekirê bi dehan otobus hatine rawestandin û bi rojan e ku derneketine ti geştekê. Ji ber tirsa belavbûna vîrûsa coronayê hemû geştên bejahî û hewayî ji bakur û Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê hatine rawestandin. Ji beriya vîrûsa coronayê, tenê ji Diyarbekirê rojane 7 geştên otobûsa dihatin kirin û nêzî 300 kesan derbasî Herêma Kurdistanê dibûn. Yek rêveberê companiyên otobusan Evdirehman Çapa amaje dike ku ji 2012’an ve ji Diyarbekirê bo Herêma Kurdistanê geştan pêk tînin lê wan ji vîrûsa coronayê bandoreke neyînî dîtine û mexdûr bûne.

Rêveberê Kompaniya Otobusan Evdirehman Çapa ji K24ê re got: “Tirkiye ji 25ê meha Sibatê ve ji ber ewlehiya gumrikê deriye gumrikê girt. Ji 2012an ve em rêwiyan dibin û tînin. Lê teqrîben ev 15 roj in ku em naşixûlin. Me berê rojane 8 bas rêdikirin Herêma Kurdistanê lê nihe derî girtî ye û otobusên me hemû hatine rawestandin. Bandoreke neyînî li me bû û em gelekî mexdûr bûne.” Ji Diyarbekirê û Êlih û Stenbolê rojane ji 10an zêdetir otobusan bi sedan rêwî derbasî Herêma Kurdistanê dikirin û ji wî jî alî rêwî dianîn vî alî. Ji ber ku li gorî balafiran otobus erzantir in piraniya welatiyan bi otobûsan derbas dibûn. Lê niha ew otobus hemû hatine rawestandin”.

Xebatkarê companiyeke otobusan Ferman Aldan jî amaje dike ku, carina hin welatiyên Herêma Kurdistanê tên termînalê lê ji ber ku otobus derbas nabin ew jî bi tirimbêl an otobusan heta Deriyê Xabûrê diçin.

Xebatkarê Companiya Otobusan Ferman Aldan dibêje: “Berê rojane 300 rêwî rêdikirin lê niha ti kes naçe, derî girtî ye û hemû bas rawestiyan e. Carina welatiyên bakur yên kul i Herêma Kurdistanê dixebitîn diçûn wî alî lê ew jî niha sekinîne. Her kes li hêviya vekirina derî ne.”

Vîrûsa coronayê bandoreke neyînî li geştên bejahî û asmanî jî kiriye. Di gel kêmbûna rêwiyên navdewletî hejmara rêwiyên navxweyî jî kêm bûne û rêjeya tijebûna otobusan jî %40ê kêmtir e. Li gel vê yekê hem termînal hem jî otobus bi dermanan tên paqijkirin. Lê dîsa jî heta ku ne ji neçarî be welatî rêwitiyê nakin. Hêvî û daxwaza xwediyên companiyên geştên asmanî û bejahî ew e ku di demeke nêz de çareseriyeke ji nexweşiya vîrûsa coronayê were peyda kirin.