Şandeke KNKê serdana nivîsgeha PDK-Sê kir
Şandeke Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarê Qamişlo kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarê Qamişlo kir.
Şanda KNKê ku ji Ekrem Hiso, Ebîr Hesaf, Silêman Ilyas û Merwan Hesen pêk hatibû, ji aliyê Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê û endamên serkirdatiya wê partiyê ve pêşwazî lê hate kirin.
Malpera PDK-Sê di derbarê wê serdanê de nivîsî, serdana şanda KNKê bi armanca pêşkêşkirina pîrozbahiyê bo vekirina nivîsgeha PDK-Sê bû.
Ev serdana KNKê bo nivîsgeha PDK-Sê piştî wê tê, piştî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destpêşxeriyek bo yekrêzî û avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî de pêşkêş kir, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, ti astengî li pêş ENKS û partiyên di nava wê de nîn in ku nivîsgehên xwe vekirin.
Piştre ENKS û partiyên hejmarek ji nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekirin.
S. B