Heskîf bi dîroka xwe ya hezar salan di bin avê de dimîne
Bajarokê Heskîfê ku xwedî dîrokekî 12 hezar sal e êdî di bin ava gola bendavê de wenda dibe. Asta avê roj bi roj bilind dibe û şkeftên dîrokî û bermayiyên kevnare di bin avê de dimînin.
K24 – Diyarbekir
Bendava Ilisu ango Gerimavê hat temamkirin. Deriyên bendavê hatin girtin. Ava Çemê Dîcleyê êdî kom dibe. Bajarokê Heskîfê ku xwedî dîrokekî 12 hezar sal e êdî di bin ava gola bendavê de wenda dibe.
Asta avê roj bi roj bilind dibe û şkeftên dîrokî û bermayiyên kevnare di bin avê de dimînin. Ji bo ku Bendava Ilisuyê neyê çêkirin bi salan sazî û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hem di qada navxweyî de hem jî di qada navdewletî de çalakî birêvebirin lêbelê nekarîn Heskîfê ji avê xilas bikin. Ridvan Ayhan endamê rêxistina parastina Heskîfê ye û wî ji 20 salan zêdetir ji bo Hefkîfê têkoşa û ji ber çalakiyên wî ew hat zindanîkirin jî lê niha bi dileke xemgîn seyra dîmenên dawî yên Heskîfê dike.
Çalakvanê Heskîfê Ridvan Ayhan ji K24ê re got: "Em naxwazin ev der bikeve bin avê de. Em dixwazin ku ev av ji vê derê were valakirin. Dê ji vê derê enerjiyeke hindik dabîn bikin, dikarin vê enerjiyê ji avê û hewayê jî dabîn bikin. Heskîf were nûjenkirin deh qatê vê enerjiye dê dahat ji bo herêmê çêbe."
Bendav, di 2019an de hat temamkirin û ji dawiya 2019an ve av girt. Asta avê her roj nîv metre bilind dibe û tê çaverêkirin ku bi germbûna hewayê re berfa li ser çiyayan bihelê û asta avê zûtir bilind bibe. Van rojan jî wekî berê welatî û geştyar serdana Heskîfê dikin da ku cara dawî jî bibînin. Bi taybetî kesên ku ji berê Heskîf dîtibûne û bîranînên wan lê hene bi dileke xemgîn û çaveke şil seyra dîmenên dawî yên bajarokê qedîm dikin û bi telefonan dîmenên herî dawî tomar dikin.
Bi çêkirina bendavê, 199 gund jî bi Heskîfê re ji bo cihên bilindtir hatin veguhestin û ji 100 hezaran zêdetir kesan bandor jê dît in. Welatiyên ku malên xwe bicih hiştine an li bajarokê nû bicih bûn an jî berê xwe didin Êlihê. Gazinda çalakvanan û welatiyan ji UNESCOyê jî heye û dibêjin; UNESCO li Heskîfê xwedî derneket û pîvanên xwe binpê kir.
Ji salên 1950yan ve qala çêkirina bendava Ilisuyê dihat kirin ji ber vê yekê bajarokê Heskîfê mezin nebû lê ji ber dîroka xwe ya qedîm û berhemên kevnare bala geştyarên xwecihî û biyanî dikişand. Hinek berhemên kevnare ji bo Heskîfa nû hatin veguhestin lê geştyar wekî berê serdana van berheman nakin. Ji aliyê din ve li gorî daxûyaniyên rayedarên dewletê %10ê elektrîka ku ji bendavên hîdroelektrîkê tê hilberandin dê ji bendava Ilusuyê were dabînkirin. Her dîsa tê gotin ku dê bi ava vê bendavê 121 hezar hektar zevî were avdan û dê bi sedhezaran kes bibin xwedî kar.