Dr. Orhan Ilim: Divê desthilat, di rêgiriya Korona de, bi erkê xwe rabe
Dr. Orhan Ilim ji K24 re diyarkir: “Daxwaz ji welatiyan tê kirin, ku dernekevin derve. Em jî wekî Odeya Bijişkan vê daxwazê dikin, lê pabendbûn wekî tê xwestin nabe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê da xuyakirin, li rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistanê c.b) pabendbûn bi rênimayan kêm e.
Ev yek çi mêtirsiyê li belavbûna Vayrosa Korona li bakurê Kurdistanê peyda dike? Dr. Orhan Ilim - Bizişk li Odeya Bijişkan a Diyarbekrê de, ji K24 re anî ziman ku ev yek metirsiyek mezin e, desthilat divê bi erkên xwe rabe, ku heta niha nekiriye!
Dr. Orhan Ilim diyarkir: “Daxwaz ji welatiyan tê kirin, ku dernekevin derve. Em jî wekî Odeya Bijişkan vê daxwazê dikin, lê pabendbûn wekî tê xwestin nabe.Egerek mezin ew e, ku zêdeyên xelkê kedkar e, karmend e. Divê biçin kar, ji bo ku debare xwe bikin. Ev dibe bingehek jib o belavbûna Vaurosê”.
Liser agahdariyên belavbûna Vayrosê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Dr. Ilim destnîşankir, ku: “Agahdariyên zelal ji alî berpirsan ve nayê dan. Herçend ligor agahdariyên me hebûna nexweşan li bakurê Kurdistanê heye, lê ji alî fermî ve, bi me re ev agahî nayê parve kirin.Ev yek metirsiyê li bakurê Kurdistanê zêdetir dike. Li Tirkiye 2 500 pişkinîn tên kirin. Ev hejmarek gelek kêm e. Li Almanya di hefteyek de 500 hezar test tên kirin. Jib o ku nexweşîî bê naskirin, divê pişkinîn jî bên kirin, lê nayên kirin. Em dizanin, nexweş di nav me de hene, ku hejmara wan nehatiye eşkere kirin…”.