Li Tirkiyeyê ji bo xwendekaran çenteyên li dijî guleyan tên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber zêdebûna metirsiya êrîşên çekdarî li ser navendên perwerdeyê, kompaniyeke pîşesaziya parastinê ya li Tirkiyeyê çenteyekî dibistanê yê li dijî guleyan berhem anî, daku jiyana xwendekaran ji xetereyan biparêze.

Ev berhema nû li taqîgehên navneteweyî hatiye ceribandin û hatiye pesendkirin. Giraniya vî çenteyî tenê 300 gram ji çenteyên asayî yên dibistanê girantir e. Li gorî zanyariyan, çente xwedî wê şiyanê ye ku li hemberî guleyên bi kalîberên cihêreng, lêdana kêran û perçeyên teqemeniyê zarokan biparêze, bêyî ku bibe sedema giranî an astengiyekê bo tevgera xwendekaran.

Pisporê Pêşxistina Projeyê Mehmet Avci derbarê vê dahênanê de diyar kir ku di rewşa metirsiyê de, ev çente rasterast dibe mertal û stargeheke parastinê bo xwendekar û got: "Mixabin zêdebûna tundûtûjiya çekdarî li cîhanê bûye sedem ku amûra fêrbûnê ya zarokan, ji hilgirtina pênûs û lênûskan veguhere mertalekî ji bo rizgariya ji mirinê."

Bîrokeya çêkirina çenteyên dijegulle ji bo xwendekaran di destpêkê de li Amerîkayê derket; ev yek jî piştî zêdebûna bûyerên komkujî û gulebaranên li dibistanên wî welatî rû didan. Ji bo kêmkirina qurbaniyan, kompaniyên ewlehiyê yên Amerîkayê dest bi berhemanîna van çenteyan kirin û bazareke mezin jê re ava bû.

Niha ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê û belavbûna tundûtûjiyê li gelek deverên cîhanê, kompaniyên pîşesaziya leşkerî li welatên wekî Tirkiye û Îsraîlê jî dest bi berhemanîna vî rengî çenteyan kirine. Ev çente mîna çenteyên rojane yên normal in, lê li aliyê hindur materyalên bihêz ên balîstîk tê de hatine bicihkirin ku gule û parçeyên metirsîdar disekinînin.