PDK-S daxwaza aşkerekirina çarenivîsa endamê xwe yê revandî Hesen Keleş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) bi daxuyaniyekê ragihand, endamê wan ê herêmî û mamosteyê felsefeyê Hesen Keleş li bajarokê Girkê Legê ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û banga serbestberdana wî ya lezgîn kir.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê bi daxuyaniyekê da zanîn ku endamê wan Encûmena Herêmî ê partiyê Hesen Erefat Keleş (jidayikbûyê 1970yî), roja Çarşemê 30ê Îlonê, saet 22:00an li bajarokê Girkê Legê ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û bo cihekî nediyar hatiye birin û heta niha ti aliyekî berpirsiyariya vê revandinê li xwe negirtiye.

Di daxuyaniyê de ev kiryar bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin: "Di van şert û mercên hestiyar ên ku Sûriye û herêm tê re derbas dibin de, ev kiryara terorîstî gefeke aşkere ye li ser ewlekarî û aramiya welatiyan û tevahiya herêmê. Ji ber vê yekê, desthilatdarên herêmî berpirsê rasterast ê vê kiryara kirêt û çarenivîsa hevalê me Hesen Keleş in."

PDK-Sê daxwaz ji hêzên ewlehiyê û aliyên peywendîdar kir ku demildest bikevin nava liv û tevgerê, lêpirsîneke cidî bidin destpêkirin, revandekaran bibînin û ceza bikin, daku ev yek ji bo kesên din bibe ders.

Di dawiya daxuyaniyê de, PDK-Sê bang li hemû hêzên siyasî, komîteyên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl kir ku bilez destwerdanê bikin û zextê li aliyên desthilatdar bikin, daku mamoste Hesen Keleş were azadkirin û vegere nava malbat û xebata xwe ya perwerdeyê.

PDK-Sê her wiha hişyarî da ku her derengketinek, dê jiyana endamê wan bixe bin metirsiyê û dibe ku bibe sedema nerazîbûn û xwepêşandanên malbat, heval û xelkê devera Girkê Legê.