3 kesên nû li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derencamên nû derbarê vîrusa Korona de belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derencamên nû derbarê vîrusa Korona de belav kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, ew kesên bi vîrusê ketine, 2 piyayên temen (19) û (21) sal li Duhok û Akrê ne û jineke (70) salî li qezaya Derbendîxanê ye.

Bi vî awayî koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (125) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (51) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

 

 

S. B