Wezîrê Tenduristîya Herêmê: Pêwîste rêkarên xwe parêzîyî bihên tundtirkirin
Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzincî ragehand, hemû helsengadin weha dixwazin ku rêkarên xweparêzîyê zêdetir bihê tundkirin û bêhên zêdekirin jî, ji bo nehêştina teşenekirina belvbûna Vayrosa Korona ya Nû.
K24- Hewlêr

Wezîrê Tenduristîyê, tevî sûpaskirina hevwelatîyan bo aramîyê û vemanê di mal de û supakirina hemû alîyên peywendîdar, got jî: Tikaye bila tenduristîya hevwelatîyan li pêş her kerke din be.
Dûpat jî kir, bi pabendbûna me bi vemanê di mal de û dûrkevtin ji berkevtina hevdû, em dê Kurdistana xoştivî ji karesatê biparêzîn.