HSD: Ti çekdarên DAIŞê ji girtîgehê nerevîne
Peyvdarê Fermî yê HSDê tekez kir, ti çekdarên DAIŞê ji zîndana Hesekê nerevîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Fermî yê HSDê tekez kir, ti çekdarên DAIŞê ji zîndana Hesekê nerevîne û diyar kir Hêzên Antîterorê yên girêdayî HSDê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevliheviya ku çeteyan derxistiye bi dawî kir.
Çekdarên DAIŞ`ê hewl da ji ‘Girtîgeha Sîna’ ya li taxa Giwêran a Hesekê ku bi hezaran çekdarên DAIŞê yên biyanî lê girtî ne, birevin. Hêzên Antîterorê û hêzên Hevpeyamiya Navneteweyî bi destekdayîna firokeyan, cihê bûyerê dorpêç kir.
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel di derbarê wê bûyerê de di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, çekdarên DAIŞê yên di girtîgehê de, duhî deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û ekdaran qata jêrîn a girtîgehê kontrol kir.
Kîno Gabriyel diyar kir, Hêzên Antîterorê yên girêdayî HSDê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevliheviya ku çeteyan derxistiye, bi dawî kir û hemû girtiyên di hundir de, hatin kontrolkirin.
Gabriyel her wiha tekez kir û got: "Em tekez dikin ku tu girtî nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye."
Peyvdarê Fermî yê HSDê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir, ku pêwîstiya wan bi piştgiriya civaka navneteweyî û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê heye, da ku ew parastina ewlehiya navend û kampên ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de ne bikin.
S. B