Qedexeya çûnûhatinê tê dirêjkirin

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî taybet ji K24ê re ragihand, qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê tên dirêjkirin, lê asankarî jiwelatiyan re tên kirin û pêdaçûn bi piraniya rênima û biryarên pêşî de tên kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî taybet ji K24ê re ragihand, qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê tên dirêjkirin, lê asankarî ji welatiyan re tên kirin û pêdaçûn bi piraniya rênima û biryarên pêşî de tên kirin. 

Parzêgarê ji K24ê re got: “Me qonaxa dijwar derbas kir û spasiya welatiyên Hewlêrê dikim, ku rênima bicih dikirin.”

Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê û li seranserî Herêma Kurdistanê heta sibe 1ê Nîsanê hatibû ragihandin. Li gor Parêzgarê Hewlêrê diyar dike, dê qedexe bê dirêjkirin, lê hûrgiliyên qedexeyê dê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ve bêne ragihandin.

 

 

S. B